Thursday, 23 December 2010

ECCHR: Lîsteya terorê divê ji nû ve bê amadekirin

güncel Hasan UŞAK
Navenda Ewropayê ya Makeqanûn û Mafên Mirovan (ECCHR) raporek weşand. Di raporê de ji welatên neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê hate xwestin ku 'Lîsteya Terorê' ji nû ve li ber çavan re were derbaskirin
Piştî êrîşa 11'ê Îlonê ya li dijî Amerîkayê welatên Rojavayî ev 'Lîsteya Terorê' bi rengekî berfireh dane bikaranîn ku bi rengekî zirar gihandiye mafên mirovan û ew di bin gefan de hiştiye. Her wiha PKK di bin sernaveke cuda de hate nirxandin.
Read More
Di rapora dawî ji ku ji alî ECCHR'ê ve hatiye belavkirin de bal hatiye kişandin ser wê yekê ku ev 'Lîsteya Terorê' mafên mirovan dixe bin gefan de û pêwiste ku ji nû ve di ber çavan re were derbaskirin. Beşa "Yên wekî Lîsteya Reş hatine binavkirin û tevdîrên ku li dijî wan hatine kirin ji alî raporterên Netewên Yekbûyî Gavin Sullian û Ben Hayes ve hatine amadekirin.

Nivîsa pêşgotinê jî cihekî fireh daye gotinên pisporê mijara têkoşîna li dijî terorê û mafê mirovan Profesor Martin Scheinin û ji alî wî ve hatiye amadekirin.

DIVÊTIYA NÛKIRINÊ
Di raporê de li ser mijara 'Lîsteya Terorê' de wiha dibêje " Mijara çêkirina vê lîsteyê bi raman- eke gelekî hesan hatiye damezrandin, Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî bi hesanî gelek kes û rêxisti- nên ku texmîn dikin têkiliya wan bi terorê re heye kirine lîste. Kes û rêxistinên ku gumanan ji wan dikin jî wekî lîsteyeke cuda bicih kirine, lê tevî ku deh sal derbas bûne û gelek binpêkirinên mafan çêbûne ev lîsteyên gumanbar ji nû di ber çavan re derbas nekirine.
Di raporê de PKK di bin beşa 'Guherîna lîsteyan' hatiye nirxandin: "Temyîza hatiye redkirin; Doza PKK'ê" hatiye nirxandin ku PKK ji sala 1978'an ji bo gelê kurd çarenûsa xwe tayîn bike û xweseriya demokratîk li dijî dewleta tirk têdikoşe û ji gihiştina vê armanca xwe rêbazên têkoşînê yên çekdarî û siyasî bi kar aniye.

Di raporê de hate destnîşankirin ku piştî bûyerê 11'ê Îlonê PKK tevli 'lîsteya rêxistinên terorîst ê YE'yê' hatiye kirin û YE cara yekem piştî 11'ê Îlona 2001'ê nîqaş kiriye ku PKK7ê bixe lîsteyê û di sala 2002'yan de tevli lîsteyê kirine.
Di vê pêvajoyê de PKK 4 salan agirbest îlan kir û di vê demê de çalakiyeke çekdarî nekiriye. PKK xwe fesh kir û bi awayê KADEK'ê ji nû ve xwe bi rêxistin kir û di sala 2003'yan de xwe weke KONGRA-GEL bi nav kir.

Di raporê de tê diyarkirin ku di 15'ê sibata 2005'an de ji bo PKK ji lîsteya terorê derkeve ji aliyê KNK'ê ve serlêdan hatiye kirin, serlêdan hatiye redkirin û bi bîr dixe ku dadgehê biryar daye ku KNK PKK'ê temsîl nake.

BIRYARA DADGEHA ECJ'Ê
Der barê pêvajoya darizandinê de agahiyên berfireh hatiye dayîn Dadgeha Edaletê ya Ewropayê (ECJ) destnîşan kiriye ku di 18'ê çileya 2007'an de serlêdana rêveberekî kevn ê PKK'ê qebûl kiriye, îtiraza KNK'ê qebûl nekiriye û beş bi beş cih daye biryara dadgehê.

Rapora ku ji aliyê ECCHR'ê ji bo pêvajoya darizandina PKK'ê encam neguhertiye di nîsana 2008'an de tê bibîrxistin ku PKK di sala 2002'yan ketibû 'lîsteya rêxistinên terorîst' biryar hatiye dayîn ku di lîsteyê de bimîne.

No comments:

Post a Comment