Saturday, 12 June 2010

Ji Nurhaqan Heta Alpan Efsaneya Mezin



Hasan Usak
Welatiyê bi navê Îbrahîm Gezer di 20 saliya xwe de dest bi mêşvaniyê kiriye û di salên 70’î bi hevalekî xwe re li çiyayên Nurhak geriyaye. Di salên 1989’ân de gerîlayên kurd nas dike û dibe neferekî doza azadiya kurd.
<><><><><>
<><><><><>
 Sernavên Têkildar
Wekî gelek kurdî mecbûr dimîne ku welatê xwe terk bike. Gezer ev 10 sale li sûrgunê ye. Gezer anî ziman ku ziman ku di ciwaniya xwe de gerîlayên PKK’ê naskiriye û ji bo gerîlayên xwe alîkariyeke mezin daye. Gezer da zanîn ku ji ber vê yekê rastî zilm, zext û zordariyên dewletê hatiye û mecbur maye ku koçber bibe.


Me êşên giran dîtin Gezer bi lêv kir ku keça wî û kurê wî tevli refê gerîla bûye û keça wî şehît ketiye. Gezer wiha dirêjî da axaftin xwe: “Ez gelek caran ketim binçavan. Gef li min dixwarin. Digotin ku divê tu bibî ajan. Min qebûl nekir. Êrîşê min kirin. Ez her roj dihatim şopandim. Di sala 1993’ de kesê bi navê Mehmet Vural ji nav refê gerîla revî û bû îtîrafkar. Li ser min îfade da.” Gezer got ku piştî vê bûyerê hemû tiştên wan hatiye tala kirin û ji gund hatine sûrgunkirin. Gezer wiha berdewam kir: “Li her derê li min digeriyan. Ez di nava gelê ermenî û xirîstiyan de mam. Bi salan min xwe veşart. Ez din ava refê gerîla de dimam. Carna jî diçûm herêma Meletiyê. Mêşê min jî li vir hebûn. Ligel hemû zextan min mêşvanî jî didoman. Ez her tim bi mêşan re geriyam. Çimkî ji bo veşartinê rêbazeke baş bû.”

Dema sûrgunê Gezer anî ziman ku ji ber ku temenê wî mezin bû fermandarê gerîla biryar daye ku wî bişînin Ewropayê. Gezer wiha pê de çû: “Ez mecbûr mam ji welatê xwe derkevim. Zarokên min jî li Swêdê bûn. Ji ber wê jî ez hatim vir. Min li welatê xwe 20 salan mêşvanî kir. Ez hatim vir jî min pîşeya xwe domand. Çimkî pîşe parçeyekê mirovan e. Mêşvanî çanda malbata me ye. Ez li vir bi hevalekî xwe re geriyam. Min ziman jî zêde nezanîbû. Min ewil 10 mêş kirîn. Min têkilî bi mêşvanan re danîn. Niha du hevalên min heye. Li çiyayên Apl bi cîh bûne. Ez jî li vir bi cih dibim.”

Kurdistan cuda ye Gezar bi lêv kir ku Kurdistan bi her tiştê xwe cudaye û her wiha mêşên Kurdistanê jî cudane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêwaya welatê mirovan jî cuda ye. Mînak li Nurhakan cehter hebû û mêşan jê hinguv berhev dikir. Lê li vir bêhna cehterê jî tuneye. Çiya her tim di hêviyên kurdan de heye.”

Gerîla Zozan bandor li ser min kir Gezer wiha berdewam kir: “Li herêma me ji Başûrê Kurdistanê Zozan hebû. Rojekê hat mala me û porê xwe pir kin jê kiribû. Çilên wê demeke dirêj nehatibû şuştin. Pêlavên wê di lingê wê de hişk bibûn. Bejna wê jî kurt bû. Wekî zinarekî hişk bibû. Wekî peykerekî bû. Min ji xwe re got gelo ez pirsekê ji vê bikim û bêjim tu dixwazî çi bikî ? Min pirsa xwe jê kir. Ez li dijî bersîva wê matmayî mabûm. Ez qet vê ji bîr nakim. Eger ku derfetên min hebe ez dixwazim biçim Başûrê Kurdistanê. Ez dixwazim gelê wê herêmê nasbikim û pîşeya xwe li wir bidomînim.”

No comments:

Post a Comment